Ew bi gravîteya erdê re li gorî bergeha xwezayê diherikin, di nav deveran re derbas dibin, xwe li daristanan dixin û bi zindiyên mîna me mirovan re dikevin têkiliyê. Ew rehên jiyanê ne ji bo bergehên xwezayê yên wekî din çol û bêber û wek maran digevizin di navbera rêzeçiyan de an jî di nav bergehên ku jixwe bûne çol û zuha bûne, wekî li Kurdistanê.

 

Çemên mîna Firat, Xabûr, Munzur, Dîcle, Mûrat ,... rêyan çêdikin di Antroposenê de ji bo wan kesên ku vê erdnîgariyê vedikolin. Me bi rêyên xwe ve kaş dikin ber bi reng û dengên mirovan ên pratîkên wan ên ekolojîk, sembolên civakî-çandî, bîranînên çandî, efsane û berxwedanên wan. Ew li dor axên zuwa dûkel dibin û vedigerin rûyê erdê wek dilopên baranê di nav çerxa avê de, serhildana herêmî xurt dikin û dihêle ku hêvî geş bibe. Çerxa daîmî ya dûkelbûn, barîn û herikîna avê di navbera zindiyan de toreke pêwendiyê çêdike.


ALONG THE RIVERS OF KURDİSTAN - LI SER ŞOPA ÇEMÊN KURDISTANÊ pêvajoyeke hînbûnê ya vekirî ye û nexşerêyekê pêşkêş dike li dû avên Kurdistanê. Ew we vedixwîne diyalogekê li ser çem û gelên Kurdistanê. Bi riya tora avê derfeta hizirînê dide di derbarê kiryarên ekolojîk ên gerdûnî yên mirovan de ji bo ku bîranîna me ya çandî li gorî dijwarîyên nû yên avhewa (klîma) biguncîne. Ji Dîcleyê heta Firatê û herî dawî jî di rêgeza çemê Xabûrê de zanîna kolektîf wê xwe bigihîne “Çemê Zanînê ya Jineolojiyê” bi riya avê ji bo diyalogekê. Çemê ku ne tu bendav dikare bisekinîne, ne tu rêgeza pederşahiyê dikare rengê xwe bideyê û ne jî tu desthilatdarî dikare kontrol bike. Li vir jin in kesên ku van çeman vediguherînin mijara axaftinê (gotarê), çeman diparêzin, pratîkên li derdora wan radipirsin, dikevin xema ka em çawa nêzikê avê dibin ji bo ku bi sax û silamet bimînin, hebin û hilgirên jiyanê ya vê erdnîgariyê biparêzin.

 

 

This project emerged from the collaboration between Şermin Güven and Spore Initiative in the context of the exhibition Wasserspiegel - Water Bodies.